Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

24 endamên pasdaran di Îraqê de hatin kuştin

22:04 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: 24 endamên Sipaha Pasdaran a rejîma Îslamî a Îranê ku di nav wan de 4 rayedarên vê sipahê jî hene, di şerê hundirî Îraqê de hatin kuştin.

Rojnameya Alzamana di raportekê de bi pişt girêdan bi malpera Baiyana nêzî bi Muhsên Rizayî berpirsê parêzgarî di berjewendiya rejîma Îranê de, bilav kiriye, balvêzxaneya Îranê memûryeta veguhestina 23 endamên Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê bo vî welatî di situyê vî de ye.

Li gor wê raporê, ew 23 endamên sipahê li derdora Samera û devera Nazneyî a emniyetî a parêzgarî kirin ji Malêkî serokê wezîrên Îranê, hatin kuştin.

Bi gotina çavkaniya han, 4 endmên peye bilind yê Sipaha Pasdaran bi sedema teqîna mîn li ser rêyan hatine kuştin.

Çavkaniyekî nêzîk bi navenda waliya Îraqê eşkere kir ku ew 24 endamane hevdem tevî hejmarek din bi hinceta parastona cihên Şî’eyan hatibûne Bexdadê.