
Xwenîşandaneke berfireh li meydana El-Tehrîr li yekem salvegera serhildan hember gendeliya berpirsan û tedaxulên rejîma Îranê li Îraqê hate lidarxistin.
25ê Çirriya Pêşîn yekem salvegera şoreşa ciwanên Îraqê hember berpirsên gendel û girêdayê rejîma Îranê û tedaxula rejîma Îranê ye û pêka vîdiyoyên belavbûyî li şeva Yekşemiyê ji çendîn aliyan ve ciwanên Îraqî li meydana El-Tehrîr a Bexdayê bi rê ketin xwenîşandan kirin.
Li sala derbasbûyî, ciwanên Îraqê dijî gendeliya berpirsan û tedaxula rejîma Îranê li welatê Îraqê, serhildaneke berfireh di çendîn bajarên Îraqê de bi rê ve biribûn û meydana El-Tehrîr bibû navenda wan xwenîşandanan û serhildanê û qurbanî û birîndarên zêde li pey xwe anî.
Cîbicîbûna siysatên rejîma Îran ku bûye sedema nearamî û rojreşiya xelkê Îraqê li hember gendeliya berpirsên Îraqê, 2 sedemên wê serhildanê bûn û armanca xwenîşanderan qutkirina destê rejîma Îranê ji Îraqê û li ser kar derxistina berpirsên gendel û girêdayê rejîma Îranê ye.