
Kurdistanmedia: Endamên PDKÎ, bi hilkefta 25`ê Gelawêjê, salvegera damezrandina PDKÎ, li bajarê Sine çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemî 14`ê Gelawêjê, xurtên Demokrat li bajarê Sine bi hilkefta 74`emîn salvegera damezrandina PDKÎ, çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Endamên Partiya Demokrat bi nivîsîna siloganên wekî: “Bijî PDKÎ û rêbaza şehîdan dom heye”, çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Herwisa gehrimanên Demokrat bi hilkefta 25`ê Gelawêjê, pîrozbahiyên xwe arasteyê pêşmergên çiya û bajar, endam û alîgirên Partiya Demokrat kirin.
Di wê pîrozbahiyê de, xurtên Demokrat ragihandin, Rasan dijî dagîrkeran berdewme û rêbaza şehîdan dom heye.
PDKÎ, li rêkefta 25`ê Gelawêja 1324`an, li ser bingeha teşkîlatî ya komeleya jiyaneve a Kurd (J-K) ku 3 sal berê pêkhatibû, ava bû.
Endam û alîgirên PDKÎ û xelkê tekoşerê Kurdistan, li nêzîk bûna vê rojê, bi lidar xistina çalakiyên banghêjî, vê roja dîrokî pîroz dinirxîn in.