
Bi hilkefta 76`emîn salvegera avakirina PDKÎ, li gund û bajarên Kurdistanê çalakiyên banghêjî bi rê ve çûn.
Li “Pîranşehr”ê, endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 25`ê Gelawêjê salvegera avakirina PDKÎ li gundên “Girrehmet, Kanî Eşkevt, Terkeş, Kewper, Badînavê, Nimincê, Xirabe, Girdîmxane û Seyrangeha Badînavê” bi awayekî berfireh trakt û posterên taybet bi 25`ê Gelawêjê belav kirin.
Hevdem lI Pîranşehrê alaya Kurdistanê di nav bajar de bilind kirin. Hevdem li rêya Nexede-Pîranşehrê nêzî binkeya leşkerî ya “Dûavan”ê ku yek ji binkeyên rejîmê Ye alaya Kurdistanê xemilandin.
Li “Mihabad”ê, ciwanên têkoşer ên Kurdistanê bo pîrozirina 25`ê Gelawêjê, li gundên “Qulesen, Befrewan, Lec û Guwêktepe” bi şêweyeke berfireh trakt û posterên taybet bi wê rojê belav kirin.
Li “Şino”yê endamên Hizba Demokrat bi hilkefta 25`ê Gelawêjê çalakiyên banghêjî bi rê ve birin.
Peyama vîdiyoyî ya endamên PDKÎ li bajarê Sineyê bi hilkefta 25`ê Gelawêjê.
Li bajarê “Sine”yê li meydana “Înqilab”ê bi hilkefta 76`emîn salvegera avakirina PDKÎ ji aliyê endam û alîgirên Hizbê ve çalakiyên banghêjî hatine lidarxistin.
Li bajarê Derewşara Îlamê jî, endamên PDKÎ li gundê “Deştabad”ê bi hilkefa 25`ê Gelawêjê çalakiyên banghêjî lidar xistin.