
Festîvala navnetewey a “Gelawêj”ê bi beşdariya edîb, nûser, helbestvan, wergêr û navdarên kurdistan û cîhanê li bajarê “Silêmaniyê” hat lidarxistin.
25emîn festîvala navnetewey a “Gelawêj”ê bi beşdariya beşek zêde ji edîb, nivîser, helbestvan, wergêr û navdarên Kurdistan û cîhanê li bajarê “Silêmanî” ya li Başûrê Kurdistanê hat lidarxistin.
Di yekemîn roja festîvalê de, xelata “Yobîla Zêwîn” pêşkêşî beşekî ji hunrmendên Kurd hat kirin ku, du ji wan hunermendên navdar yên Rojhelatê Kurdistanê yên bi navên “Şehram Nazirî” û “Mezher Xaliqî” bûn.
Ev festîvala han li roja 25`ê Gulanê destpêkiriye û heta 28`ê Gulanê dê berdewam be û li welatên derdorê û herwisa welatên dûr û her çar aliyên Kurdistanê beşdarî vê festîvalê bûn.
Festîvala “Gelawêj”ê , helbest, çîrok , şano, stiranbêjî, û çendîn beşên din yên hunerî ji xwe digire.