Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo di bargeha Polîtbîroya PDKÎ de bilind hat nirxandin

15:43 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Rêûresma 13’Tîrmehê, 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî li bargeha Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di Koyê de bi rêve çû.

Li gor rapora Kurdistanmedia, îro sibêdeya roja Yekşemî bervara 13’ê Tîrmeha 2014’an, bi pişikdariya Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, endamên rêberiya PDKÎ, damdezgehên hikûmetî yên bajarê Koyê, nûnerên part û aliyên siyasî, kesayetiyên siyasî û pêşmerge û kadr û malbat û endaman û alîgirên PDKÎ, rêûresma 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Ebdulrehman Qasimlo sekreterê berê yê PDKÎ û Ebdullah Qadirî Azer nûnerî PDKÎ li derveyî welat û Fazil Resûl Kurdê Kurdistana Başûrê û dostê PDKÎ di bargeha Deftera Siyasî de bi rêve çê.

Rêûresim bi xwendina marşa neteweyî a Ey reqîb û deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij yê şehîdên riya rizgariya Kurdistanê û bi xasmanî rêberê gelê Kurd Dr. Qasimlo, dest pêkir.

Piştre Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi hinceta 13’ê Tîrmehê, 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimo û hevalên wî çend gotinek pêşkeş kir.

Paşan kora mûzîk a PDKÎ sirûdek bi navê “Qasimloyê şehîd” xwendin û her piştî pêşkeş kirina sirûdê, helbestek bi navê “Lîlanî xwîn” ji aliyên Nahîd Husênî, endama Komîteya Navendî a PDKÎ û helbestvana Kurd ve hat pêşkeşkirin.
Piştre nameya girtiyê siyasî yê Kurd “Osman Mistefapûr” bi hinceta 13’ê Tîrmehê, ji aliyê Golbax Behramî ve hat xwendin.

Di birgeya din a rêûresmê de peyama hevpar a Yeketiyên Ciwanan, Jinan û Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê, ji aliyê Felah Rehîmî endamê Heyeta Îcrayî a YCDKÎ ve hat xwendin.

Piştre Şoreş Golkar helbestek pêşkeş kir û paşan kora mûzîk a PDKÎ sirûdekî din a şoreşgerî bi navê “Qasimlo” pêşkeş kir.

Di dawiya rêûresmê de pexşanek ji aliyê Faxir Mewlewî ve hat xwendin.

Ev partî û aliyên kurd peyam bi hinceta 13’ê Tîrmeha 2014’an, bo rêûresmê rêkiribûn, bi vî awayê ye:

-Yeketiya Nîştemanî a Kurdistanê – Melbenda Koyê
- Partiya Demokrata Kurdistanê – Devera Koyê
ـ Partiya Şû\'î a Kurdisanê - Komîteya Koyê
- Yegirtûya Îslamî a Kurdistanê – Liqa Koyê
- Rêxistina Jingeha Tendurus di Kurdistanê de