Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

26ê Sermawez, roja pêşmergê Kurdistanê bilind hate nirxandin

23:08 - 16 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Bi hilkefta 26ê Semawezê, roja Pêşmergê Kurdistanê, rêûresmeke mezin li yek ji binkeyên PDKÎ bi amadebûna endamên Navenda Siyasî û Desteya Kargêrî, kadir, pêşmerg û malbatên wan hate lidarxistin.

Rêûresim bi marşa "Ey Reqîb" ji aliyê pêşmergeyên Hêza Pêşmergê Kurdistanê ve dest pêkir.

Piştre bi nûneratiya pêşmergên kevnar ên Hêza Pêşmergê Kurdistanê û bi awayeî sembolîk, alaya pîroz a Kurdistanê û logoya hêza Pêşmergê Kurdistanê ji aliyê du pêşmergên kevnar ên Kurdistanê ve dane destê nifşa nû da ku rêya wan bidomîn in.

Piştre "Hesen Şerefî" Cihgirê Yekem yê Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ û "Kawe Behramî", berpirsê Dezgeha Fermandehî "san"ên xwe ji hêza Pêşmergeyê Kurditanê dîtin.

Hêzên hêza Pêşmergê Kurdistanê bi çend deste, rêjeya leşkerî encam dan.

Beşeke din a rêûresmê pêkhatibû li pênîşandan û manoreke leşkerî a komek li pêşmergên hêza Pêşmergê Kurdistanê.

Her di vê rêûresmê de jî komek din ji pêşmergên can fîda yên ku tevlî refên pêşmerge bibûn, merasima dawîpêhatina dewra wan jî her di vê rêûresmê de hate lidarxistin, û xelata kesên ku serkevtin ji warê siyasî û dîsîpîlîn ve bidestanîbûn ji ser wan de hate parvekirin.

Beşa duhem a vê rêûresmê di yek ji salonên pdkî de bi amadebûna endamên rêberiya PDKÎ, kadir, pêşmerge û malbatên şehîdan û malbatên pêşmerge hate lidarxistan.

Li destpêka vê rêûremê ya beşa duhem dîsan marşa netewî ji aliyê komek ji pêşmergên dêrîn ên PDKÎ ve hete xwindin.

Piştre "Sidêq derwîşî" cihgirê Dezgeha Fermandehiyê jî peyama Dezgeha Fermandehiyê pêşkêşê amadebûyan kir.

Di pareke din a vê rêûresmê de, lewhên rêzlênan ji aliyê Cihgirê yekem yê Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ ve bi ser ev kesên ku 20 sal ji ser tekoşîna pêşmergaytiya wan re derbas dibû hate parvekirin.

Ev rêûresme bi gotina çend helbest û sitran û bi dîlana xakîpoşan dawî pêhat.