Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

2`ê Rêbendan li welatê beljîkê bilind hate nirxandin

11:06 - 21 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Bi hilkefta 74`emîn salvegera avabûna Komara Kurdistanê komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, merasimek lidar xist.

Roja Şemî 28`ê Befranbarê (18`ê Kanûna Paşîn), bi hilkefta 74`emîn salvegera avabûna Komara Kurdistanê, komîteya PDKÎ li welatê Beljîkê bi hevkariya Komîteya Yekîtiye Jinan û Ciwanan, merasimeke mezin lidar xistin.

Merasim bi xwindina marşa netewî ya “Ey Reqîb” û xûlek bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdanê Kurd û Kurdistanê dest pêkir.

Piştre peyama komîta PDKÎ li Beljîkê ji aliyê “Kawe Ahengerî” ve hate pêşkêşkirin.

“Kawe Ahengerî” di gotinên xwe de basa neteweyîbûna Komara Kurdistanê kir û daye zanîn, di vê demê de kesên bîrmend, bihizir û naskirî ên parên din ên Kurdistanê di vê Komarê de amadebûn, û Komara Kurdistanê bû bi meznahî û şanaziyek bo hemû Kurdeke nîştimanperwer ên Kurdistanê.

Di berdewamiyê de “Ahengî” daye zanîn ku: “Em li şoreşeke wekî 1357`an nêzîk dibin û hewceye kurd bi tewahî xwe amade bike. Lê vê carê hewceye ku Partî û Rêkxistinên Kurdistanê hevaheng bin li hember her eger û gefên ku li ser qedera Kurdistanê ye.

 Piştre peyama hevpar a Yekîtiya Jinan û Ciwanan ji aliyê “Nasik Nesîrzade” ve hate pêşkêşkirin.

Paşê jî, peyama Part û aliyên siyasî yên beşdar hete pêşkêş kirin.

Ev merasime bi dîlan û helbestan dawî pê hat