Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

3 hezar kîlometr ji rêyên parêzgeha Kirmaşanê qîrnekirî ne

12:07 - 28 Nîsan 2021

Rêyên parêzgeha Kirmaşanê di rewşeke xirab de ne û ew xirabûna rêyan bûye sedema pirsgirêkên micid bo xelkê û bi taybet di dema barîna befir û baranan de.

Pêka amarên rejîma Îranê, parêzgeha Kirmaşanê xwediyê 8 hezar kîlometran rê ye û 3 hezar ji wan rêyan nehatiye qîrkirin û nehatine çêkirin ku bûne sedema bûyerên nexwastî û hin caran bûne sedem ku nexweş bi direngî bigihîjne nexweşxaneyan û canê xwe ji dest bidin.

Ew 3 hezar kîlometr ji rêyên parêzgeha Kirmaşanê di rewşek xirab de ne û ew xirabiya rêyan bûye arîşeyek û bi taybet bo gundên derdorê bajarê Kirmaşanê.

Nezanîstîbûna çêkirina wan rêyan û berçavnegirtina befir û baranê, çûn û hatina xelkê sînordar kiriye.

Pêka gotina berpirsên rejîmê li wê parêzgehê, bûdceya hewce bo çêkirina wan rêyan nayê dabînkirin û heta niha rejîmê ti pêngavek bona çareserkirina wê pirsgirêkê hilnegirtiye.

Parêzgeha Kirmaşanê mezintirîn parêzgeha Rojhilatê Kurdistanê ye, lê di vê halê de jî yek ji wan parêzgehan e ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye piştguhavêtin û ti xizmetguzariyên pêdivî bo nayê kirin.