Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

3 kes ji kedkarên Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Hewlêrê canê xwe ji dest dan

16:27 - 4 Çirriya pêşîn 2021

Bi sedema bûyerek hatinûçûnê li bajarê Hewlêrê 4 kesan canê xwe ji dest dan ku 3 kes ji wan kedkarên Rojhilatê Kurdistanê bûne.

Şeva derbasbûyî li ser rêya “Hewlêr- Mexmûr”ê bi sedema bûyerek hatinûçûnê sê kes ji kedkarên Rojhilatê Kurdistanê ku bo karkirinê ber bi Başûrê Kurdistanê ve hatibûn û li ser kar diçûn bo cihê mana xwe û li benda takisiyê bûne û li ser rêyê sekinîbûn, maşînek bi xêrayiya 240 KM hatiye û xwe bi wan daye û bûye sedema canjidestdana 4 kesan ku 3 kes ji wan xelkê Rojhilatê Kurdistanê bûne û kesek din jî ajotivanê maşînê bûye û xelkê Başûrê Kudistanê bûye.

Nasnameya sê kesên canjidestdayî ên Rojhilatê yên bi navên “Muslim û Şeiban Nûcewan” ku bira bûne xelkê  gundê “Hêşmava” ê ser bi devera Mirgewer û herwisa “Keywan Qasimîrad” xelkê gundê “Gucar” ê ser bi devera “Tirgewer” a girêdayî bajarê Urmiyê hatiye zanîn.