Li sala 1399an de zêdetir ji 30 milyon ton pola li Îranê hatibû berhemanîn, lê 3 milyon ton pola wunda ye ku pêka amaran, ne hatiye hinardekirin û ne li hundirê Îranê de bikar hatiye.
Roja Şemî 24ê Nîsanê, Endamê Hey`eta Birêveberî yê “Encumena Berhemhênerên Pola li Îranê”, “Riza Şehristanî” daye zanîn, ku ji 30 milyon ton polayên berhemhatî li sala 1399an, 15 milyon ton li hundirê Îranê de bikar hatine û 12 milyon ton jî hatine hinardekirin lê, 3 milyon ton pola li helqeya bikarhatin û hinardekirinê de wunda bûne.
Hêj bi tewawî roh nîne ku ew pola li ti proje an ticaretekê de bikar hatiye lê, renge beşa herî zêde ya wê polayê ji aliyê rejîmê ve bo armancên veşartî hatibe bikarhatin ku li alavên leşkerî de bikar tên û renge Spaha Pasdaran a terorîst ku pîşe û dahata Îranê qurix kiriye, li cihekî de firotibe an bo hêzên girêdayê xwe li welatên wekî “Yemen, Sûriye û Lubnan”ê de, bona armancên terorîstî hatibe şandin.