Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

30% kuştinan di Îranê de kuştinên namûsî ne

12:16 - 21 Hezîran 2020

Di Îranê de 30% ji wan kesên ku têne kuştin, li ser bi nav paqijkirin û wegerandina şeref û namûsê ye, di nava vê %30 de %5 jî piranî keç û jin in.

Rojnameya “New York Times” di gotarekê de basa kuştina bi navê namûsê di Îranê de kiriye, û amaje bi kuştina hovaneya keçekî 14 salî ya Îranî ji aliyê bavê wê re kiriye ku tenê sûçê wê ew bû hej kurekê dikir û hezdikir jiyana hevpar digel wî pêk bîne.

Gorî yasaya paremayî ya rejîma Îslamî ya Îranê, keçên 12 û 13 salî dikarin zevacê bikin.

Di demekê de ku amar basa wê qasa kuştina namûsî di Îranê de dikin, bê guman hejmar gelek ji wê hindê zêdetire, li ber evê ku piraniya haletên kuştina jin û keçan li ser mesela namûsê ye ku bi bêdengî têne kirin û weşartin.

Navendekî lêkolînê ya girêdayê bi xudî rejîmê li derheq amara kuştinê di Îranê de, ragihand ku ji her 10 kesên ku di Îranê de têne kuştin, 3 heya 4 kes ji wan li ser mesela bi nav wegerandina şerefê ne.