Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

32 Sal bi ser komkujiya xelkê Helebcê re derbas dibe

18:07 - 15 Adar 2020

Di Roja 16 ê Meha Adar 1988 ê, rejîma sernixûnbûyî ya Be`esa Îraqê bi Firokan Bajarê Helebcê li Başûra Kurdistanê bombedûmana Kîmiyayî kir ku di encamê de 5 Hezar kes Şehîd bûn.

Rejîma be`esa Îraqê 32 Salan berî niha jînosayîd bi ser gelê kurd de anî û bi Kîmiyabarana Helebcê 5 Hezar kes Şehîd bûn hezaran kesên dinê jî ber Kîmiya yê kevtin ku heya dawiya temenê wan bandor û êş her di gel wane.

Heya niha ji aliyê çendîn saziyên Cîhanî we, Kîmiyabarana Helebcê, weke Jînosayîd û cinayet bi dijî mirovahiyê hatiye zanîn, lê mixabin ev komkujiya heya nihajî ji aliyê Rêkxistina Netevên Yekbûyî ve, weke Jînosayîd nehatiye naskirin.

Sedema sereke ya Bombedûmana Helebcê jî wedigere bi ser hindê ku Sipaha terorîste Pasdaran di nava wî Bajarî de bû û xelk û Xaka Kurdistanê bona êrîşa xwe bo ser rejîma Be`es bikar tîna.

Ewa cara yekemîn jî nebû ku gelê Kurd ji aliyê rejîmên dagîrkerê Kurdistanê ve, komkujî bi ser de bête kirin. Komkujiya Êzidiyan, Feyliyan, Gelyê Zîlan, Qarnê û qelatan û Serdeşt û dehan jînosaydên dinê li ser Kurdan birêwe çone ku Netevê Yekbûyî xwe li derheq bi Jînosayîd nasandina wan komkujiyan de bê deng kiriye.