Kurdistanmedia: 32 sal berî niha, rejîma herifî ya Be`isa Îraqê, bajarê Serdeşt a Rojhilata Kurdistanê kîmiyabaran kir.
Li rêketa 7`ê Pûşpera 1366`an û di dema şerê dinavbera Îraq û Îranê de, rejîma jinavçûyî ya be`isa Îraqê, bajarê Serdeştê kîmiyabaran kir.
Li gorî amaran, ew kîmiyabarane, li demjimêr 4:15 çirkeyek rûda, û 114 kes şehîd kirin û 8000 kesên din jî jehirdar bûn.
Çeka kîmiyayî, bi yek ji wan çekên komkuj û jehirdar tê gotin ku, bandorekî domkirî lipey xwe bi cih dihle. Tevî wê ku xisarê bi jîngeh, û warê aborî û çandî jî digihîne, kesên ku rastî wê çeka komkuj jî hatine, rastî çendîn nexweşiyên domkirî yên wekî: nexweşiyên pêstî û arîşeyên bêhnkêşandinê jî dibin.
Li piştî derbasbûna sê dehikan ku, li ser kîmiyabarana bajarê Serdeştê debas dibe, ku sedema sereke ya wî kîmiyabaranê şerê dinavbera Îran û Îraq bûye, nihajî, birîndarbûnên wî kîmiyabaranê, wekî hevce ji aliyê rejîma Îranê ve mêzeyê wan nehatiye kirin, û dosiyaya tendirûstiyê ji bo wan nehatiye çêkirin, û di nav wan 8000 birîndarane ên wê kîmiyabaranê de, tenê nêzî 2500 kes dosiyeya dermanî ji bo wan hatiye çêkirine.
Bikaranîna çeka kîmiyayî, li rêketa 17`ê June 1925`an, li gorî lihekirinek ku bi lihevkirina “Jinêf”ê hatiye naskirin, qedexer kirin.