Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

32`emîn salvegera terora “Dr. Qasimlo” û hevalên wî li bajarê Parîsê bilind hate ragirtin

12:09 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2021

Rêûresma vebîranîna terorkirina şehîd “Dr. Ebdulrehman Qasimlo” û hevalên wî ji aliyê dîplomat-terorîstên rejîma Îranê di goristana “Pêrlaşêz”a bajarê Parîsê de bi rê ve çû.

Roja Yekşemî 11`ê Temûzê li goristana “Pêrlaşêz” a bajarê “Parîs”ê li welatê Feransê, 32`emîn salvegera şehîdkirina rêberê navdarê gelê Kurd “Dr. Qasimlo” û nûnerê PDKÎ li derveyê welat, “Ebdullah Qadirî Azer” û mamostayê zanîngehê û xelkê Başûrê Kurdistanê Dr. “Fazil Resûl” bi bilind ragirtin.

Ew rêûresme bi danîna gulên sor li ser gorên şehîdan hate destpêkirin û piştre bi Sirûda “Ey Reqîb” û xulek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdan hate berdewamkirin û çend gotinên “Dr. Qasimlo” derheq şehîdan pêşkêşê beşdarbûyan kirin.

Di wê rêûresma vebîraninê de, hejmareke berçav ji endam û alîgirên PDKÎ û dost û hogirên PDKÎ û herwisa nûnerên Partiyên Kurdan û Îranê beşdar bûn.

Herwisa di wê rûresmê de dostê kevnar ê “Dr. Qasimlo” û Balyozê Berê yê Feransê di bajarê Hewlêrê de “Fredrîk Tîso”, berpirsê Pêwendiyên Îranî û Kurdistanê yê PDKÎ li Derveyê Welat “Şaho Husênî” gotinên xwe pêşkêşî beşdarbûyên rêûresmê kirin.

Herwisa Nûnerê Berê yê PDKÎ li Feransê, “Xusro Ebdullahî” bi zimanê Farsî xêrhatin ji beşdarbûyên zaman Fars kir.

Pîştî wê rêûresmê beşdarbûyan serdana tirba şehîdên “Berlînê” an ku “DR. Sadiq Şerefkendî”, “Fetah Ebdulî” û “Homayûn Erdelan” kirin.