Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

360 yekîneyên zanîngeha Zanist û Bicîkirinê (Êlmî Karburdî) betalin

12:55 - 6 Gulan 2019

Kurdistanmedia: 360 yekîneyên zanîngeha Zanist û Bicîkirinê (Êlmî Karburdî) ya Îranê hatine daxistin.

Li gorî raporên belavbûyî, serokê Zanîngeha Zanist û Bicîkirinê (Êlmî Karburdî) Mihemedhusên Omîd da xuyakirin ku, li 1100 yekîneyên vê zanîngehê tenê 600 navend çalakin û got: Çalakiyên 360 navendan li gorî pesenkiriya Şêvra Bilind ya îdarî hatine sekinandin û tu xwednekarekî vernagirin.

Serokê vê zannîgehê Mihemedhusên Omîd, di beşeke axavtinên xwe de got, li sala 1394`an heya niha milyonek û 300 hezar kêmbûna asta xwendekaran di vê zannîgehê hebûye, ev jî bi sedemên wekî, rêkxistinên neberpirsane yên Wezareta Zanistî û me`imoriyetên nebicî û herwisa guherînkariyên bingehîn yên wezareta zanistê bûne, û eva bûyereke ku mêjve diba li vê zannîgehê bihatiba encam dan lê, niha em rastî pirsigirêkên wiha kirine.

herwisa navbirî zêde jî kir ku, di sala 1397`an jî, bi sedema vê nizama nû ya îdareya Perwerde û Hînkirinê ku derçû tunebûne, ev zannîgerha jî wiha betal meye. 

Neberpisbûna rejîmê li hemberî îdare û navendên perwerde û hînkirinê yên dewletê, guhnedana berpirsên rejîmê bi pirsgirêkên civakî, ji aliyekî û destpîsîiya berippirsên payebilind yên rejîmê jî ji lakiyekî din bûne sedem ku navendên perwerde û hînkirin û herwisa navendên pêkanîna derfetên kar rastî rewşên wiha bên û hevwelatî û xwendekaran, bo paşerojeke rohn bê hêvî bikin.