Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

4 kedkarên Kurdistana Rojhelatê li Herêma Kurdistanê bûne qurbanî

16:09 - 12 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: 3 kedkarên Kurdistana Îranê bi sedema jehrîbûna bi gaza CO2, canê xwe ji dest dan û kesek din jî bi vê sedemê ve hat birîndarkirin.
Li gor rapora Kurdistanmedia, 3 hemwelatiyên Kurd xelkê devera Selmasê bi navê Yûsif Elî Cilî Baqo temen 50 salî û xêzandar û xelkê gundê Estûn reşa devera Şipîranê, Mihemd Cilî Baqo kurê Yûsif temen 15 salî û Mensûr Cilî Baqo temen 17 salî û biraziyê Yûsif, roja çarşemî berwara 11\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê, bi sedema jehrîbûna bi gaza dî oksîda karbonê, jiyana xwe ji dest dan.
Nûçegihanê Kurdistanmedia li cihê bûyerê ragihand: Ew 3 kedkare seba dabîn nekirina alavên xwegermkirinê ji aliyê kompanyaya Deşta Biheştê ve bi naçarî bo germkirina xwe mefah ji rejûyê wergirtin e û di encamê de bi sedema jehrîbûna bi gaza CO2 di dema xevê de canê xwe ji dest dan e.
Peyamnêrê Kurdistanmedia di dirêjiyê de got: Kedkareke din jî di vê bûyerê de bi navê Omîd Cilî Baqo birê Mensûr Cilî Baqo ku her du endamê Yeketiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê bûn, bi tundî hat birîndar kirin û a niha li yek ji nexweşxanên bajarê Hewlêrê li jêr çavkaniya pizişkî de ye.
Nistandarî û nebûna îmkanata emnî û berçavnegirtina yasaya kar li Herêma Kurdistanê bo kedkaran û bi taybet ew kedkarên ku li Kurdistana Îranê ve bo dabînkirina bijîva jiyana xwe rû dikene Herêma Kurdistanê, ji sedemên serekiyên can ji dest dana kedkarane di vê Herêmê de.
Heyamek berî niha du hemwelatiyên din ên Kurdistana Rojhelatê bi navê Selah û Elî li Hewlêrê seba bûyera kar jiyana xwe ji dest dan.
Li gor serhejmariya Kurdistanmedia, li destpêka meha Xermanan a 1392\'a Rojî ve heya niha 8 kedkarê Kurd ên Kurdistana Rojhelatê li Herêma Kurdistanê, bûne qurbanî.