
Kurdistanmedia: Nûnerê destnîşankirî yê bajarê Pîranşar li meclisa rêjîmê gotiye: Hekî em rastiyan erêbikin, 40 milyon hewelatiyên Îranê di bin hêla hejariyê de jiyan dikin.
Resûl Xizrî, nûnerê Pîranşar û endamê komîsiyona civakê li meclisa rêjîmê, rewşa niha ya welat jênehatîbûna rêjîmê sedem dazanîn û got: Dûkela jênehatîbûn û bê pilanbûna rêjîmê çûye nav çavên xelkê û xelk rejîmê tawanbar dizane.
Navbirî, berpirsên rêjîmê bi hindê tawanbar kir ku, mijûle çewtekarî û weşandina amarên vala ne.
Herwisa ragihand: Hekî berê 11 milyon kesî hewcehî bi hewcehyên destpêkî yên jiyanê hebûn, lê, niha pitir ji 40 milyon kesî hewcehî bi hewcehiyên serekî yên jiyanê hene.
Eva di demekê de ye, ku siyasetên rejîmê bo kontrolkirina derdornişîniyê û nifosa di bin hêla hejariyê de bê encame, û Herwisa bilindbûna nirxan û bilindbûna nirxa avahiyan bûye sedema da ku, Yek miliyon kesên din bi nifosa derdornişîniyê zêde be.
Herwisa amar bas ji hindê dikin ku, li Havîna sala 1396`an heya Havîna sala 1397`an, destengî heya asta %25 ji bilind bûye.
Eva di demekê de ye ku, berpirsên payebilind ên rêjîmê, çewtekariyan dikin û nifosa bin hêla hejariyê, 10 milyon kes dest nîşan dikin.
Hejarî û betalî di Îranê de, rojbiroj ber bi zêdebûne ye û rêjîm netenê ku nikare wan kirîzan kontrol bike, ku berhema karê wan bixwe ye, belku siyaseta wan jî her berpankirina kirîzşên wiha ye.