
Kurdistanmedia: 5 hezar wekîlan wekî nerazîbûn li hember bêkarmana wekîlan, nameyek ji Dezgeha Qezayî re şandin.
5 hezar wekîlan, wekî nerazîbûn li hember bêkarmana wekîlan, nameyek ji Dezgeha Qezayî re şandin. Pêka vê nameyê, rewşa xirab ya parêzerên genc, û bêkarmana wan, bûye sedema vê ku, fesad û gendeliyeke zêde bikeve nav dozgeriyê de. Di rastî de dozgerî cihekî girîng e û serûkar digel can û mal û namûsa xelkê heye.
Di beşeke vê nameyê de ku bo Dezgeha Qezayî û serokê meclisê hatiye şandin hatiye ku:
“Ji derbazbûyî ve heya niha, wergirtina parêzeran bi bêy nirxandina vê ku, gelo çiqas hewcehî bi wergirtinê heye, bûye sedema vê ku, ji aliyekî ve gendelî, û ji aliyekî din ve bêkarmana gellek parêzerên genc li pey xwe hebe”.
Di doma vê nameyê de hatiye: “Rastî ew e ku beşeke zêde ji parêzeran, di rewşeke xirab de derbaz dikin, û heta hindek ji wekîlan pere tunînin ku dosiyeyên xwe nû jî bikin, û dana pereyekî zêde bi dozgerî, îdareya karûbarên malyatî, û bîme û …hwd heyameke zêde ye ku ew rastî kêşeyan kirine”.