Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

%50 gundên Serdeşt û Pîranşarê ji înterentê bêpar in

17:57 - 10 Çirriya pêşîn 2020

Nûnerê jêjîma Îranê di Pîranşarê de ragehandiye, ku nêzî %50 ji gundên Serdeşt û Pîranşarê ji înternetê bêpar in û piraniya ewên ku hene jî lawaz e.

Kemal Husênpûr Nûnerê rêjîmê ragehandiye, ku bi giştî %50 gundên wan du bajaran ji înternetê bêpar in û bi piranî înternet wan lawaz e û di hin gundan de heta antêna telefonê jî digel pirsgrêkan rûbirû ye.

Herwisa navbirî bas ji wê yekê kiriye, ku ew malbatên kêmdahat ku dersxwan hene û dibe bi şêwaza “onlaine” û di torên civakî de dersê bixwînin, nizanin çi  bikin, eva jî di halekê de ye ku dibe sîstema dersxwanên welat bi awayekî pêşketî bihata kirin.

 Herwisa Hûsênpûr gotiye, di madeya 67 a yasaya bernameya 5 sale ya beşa  şeşem a geşeya rijîma Îranê de hatiye, ku Wezareta Pêwendiyan û Teknolojiya Zaniyarî hatiye erkdarkirin, ku di wan dever û gundên ku ji înternetê bêpar in, dibe xizmetguzariyên înternetî bo wan bêne dabînkirin.

Navbirî di berdewamiyê de got, ew xizmetguzariyane dibe bi awayekî be ku em bikarin aliyê kêm çar xizmetguzariyên elektironîkî yên wekî, tendurstî, hînkarî, werzêrî û bankî, di %80 wan gundên ku zêdetir ji 20 malbat têde ne cîbicî bikin.

Di rewşa niha de ku krîza Koronayê tev cîhan rastî pirsgrêkan aniye û hemû karûbar ji rêya torên civakî re tê encamdan û heta beşa hînkarî û xwendin bûye bi “online”, nebûn û lawazbûna înternetê zilmeke mezin e ji wan derxwanên ku ji înternetê bêpar in.