Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

500’mîn Salvegera Tifaqa Kurd û Osmaniyan

14:46 - 10 Gulan 2014

Şakir Epozdemir

Di dîroka Kurdistanê da yekemîn car e ku 500 sal berê, sala 1514’ê, 28 Mîrên Kurdistanê li Bajarê Amasya bi Siltanê Osmanî Yawuz Sultan Selim ra rûniştin, weke neteweyek û bi yek dengî, tifaqa Kurd û Osmaniyan îmze kirin.
Di dîrokê da yekemîn car bû ku mîrekên Kurdistanê xeberên xwe kirin yek, raya wan bû raya giştî, raya neteweyî û bi zanîn û raman û îrada xwe biryar girtin bi Siltanê dewleta Osmanî ra tifaqeke rast li gorî berjewendiya Kurd û Kurdistanê girêdan û birne serî.

Di dîrokê de yekemîn car bû ku ji Suleymaniyê heya Mehabadê, ji Mehabadê heya Meletê, ji Meletê heya Kilîsê û ji Kilîsê heya Cizîrê; Mîrên Kurdan, û serwerên kurdistanê bûne yekbend, yekrêz û yek mist.

Ev bûyera dîrokî, ev bûyera balkêş û serkeftî wisa mezin û manadar e, ku bûyereke dîplomatîk a ji vê qenctir ne ji bo Kurdan, û ne jî ji bo Osmaniyan neqewimî.

Careke din di hemî zemanê Mîran da, heya dawiya dawî, yekên weke Sultan Huseynê Mîrê Amediyê, Siltan melik Xelîlê Eyûbî Mîrê Hesenkêfê, Şeref Xanê duyemîn yê Hikimdarê Bedlîsê, Mîrê Cizîra Botan Şah Elî Beg, Mîrê Herîrê Emîr Bedredîn Beg, Mîrê Gurgila Botan Seyid Ehmed Beg, Mîrên Mukiryan Kurên Emir Sarim Qasim Beg, û Suleyman Nasir Beg, Cemşîd Begê Hikimdarê Paloyê, Lala Qasim Begê Mîrê Gêlê, Emîrê Xaçûkan (Bîngolê) Sultan Ehmed, Mîrê Kilîsê Babê Canpolatê Navdar Emîr Qasim Beg, Pîr Hisên Begê Hikimdarê welatê Dersîmê (Mîrê Çemîşkezekê), Mihemed Elî Begê Mîrê Sasonê, Mîrê Derzin (Zirkan) Mihemed Beg, Sultan Dawûd ê Hikimdarê bajarê Hîzan, Şêr Begê Mîrê Hikûmeta Şêrwan (Kufra) û Ehmed Begê Mîrê Hetaxê (Licê) ê li xaka Kurdistanê ranebûn.
Em dikarin bêjin di dewra Osmaniyan da dewreke weke dewra Siltan Selîm û Qanûnî Siltan Silêmanê kurê wî jî xwedan îrade û biryar ranebûn, di vî halî da pêdiviyeke weke wê demê, Kurd neçarî yekîtiyê nekir.

Gava ku ew pêdivî û pêwîstî di serê sedsala 20’ê da qewimî, û carek din dem û dewran zivirî, Kurd bê mîr û wezîr, û serwer û sermiyan bûn. Hêviya Kurdan ji împeratoriya Osmaniyan hêj qut nebibû. Şêx Ebdilselam Barzanî ew pêwîstî û fersenda dîrokî dît, û baş tê gihîşt lê, dijmin nehişt ku tevgera wî ya neteweyî ciyê xwe bigire. Ya Şêx Ebdilselam Barzanî, Xalid Begê Cibrî, Elîşêr Begê Qoçgirî, Şêx Mehmûd Berzencî û wan serwerên din, ne weka tevgera Mîran ya sala 1513-14’ê bû.

Di sala 1514’an da mecbûriyetek, îrade û daxaza neteweyekê, dîplomasiyeke xurt, otorîteyên xwedan qerar û raman, ji van hemiyan giringtir, piştgiriya dewleteke weke Dewleta Osmanî ya wê demê hêzdar û navdar rê li ber mîrekên Kurd vekiribû. Di serda jî zordarî û zordestiya dewleta Sefewî ya Şahsimayîl ku hemû bajarên Kurdistanê zeft kiribû, rolên xwe yên dîrokî û erênî di vê mijarê da leyîztin
Tişteke din a gellek giring ew e ku hema hema hemû Statûyên Kurdistanê ji sala 1460’an heya giha vê sala Tifaqa Kurd û Osmaniyan (1514) di şerê berxwedan û rizgariya statûyên xwe û welatên xwe da şerên rizgariyê kirine, û di nava wan da şervan û lîderên ku me navên wan anî, derketine.

Hekî em bizanin ka di van 50 salan da Kurdan ji bona azadiya xwe şer û berxwedanên çiqas giran borandine, û bi îrade û biryara xwe birine serî, û em baş bizanin ka Kurdan welatên xwe ji bindestê hêzên dijwar û xwînrêj, dewleta Aqqoyîniyan bi çi rengî rizgar kirine, emê bizanin ku neteweya kurd her dem û her zaman dikarin rizgariya welatê xwe bi dest bixin û armancên xwe yên rewa bibine serî.

Ev mesele gellek tê dirêjkirin. Pêdiviyek hebû ku sala îsal hemî akademisyen û rewşenbîrên Kurdan li ser vê babetê kûr bifikirîban, û pişta xwe nedaban bûyereke waha giring û dîrokî.
Pêwîstiyeke gellek giring pê hebû ku Zankoyên Kurdistana Azad û hemî rêxistinên zanyariyên Kurd ji serê sala 2014’an ve, pêçiyên xwe danîna ser vê mijara dîrokî û hemû dinyayê pê bihesandan ku 500 sal berê neteweya Kurd bi îrada xwe ya neteweyî kariye çi bike, û projeyên gellek giring bixe jiyanê.

Pêdivîyeke giring ji bona Hikûmeta Federal a Kurdistanê ew e ku xwe li dîroka xwe bike xwedî, û prestîja xwe li hemî Kurdistanê û li dinyayê qaîm bike, û vê fersendê nerevîne.

Pêwîst e ku di vê salê da li Hewlêr û Suleymaniyê, li Diyarbekir û Wanê, li Stenbol û Enqerê konferans û semînar bêne amadekirin, û bi kovar û rojnaman, û radyo û Televizyonan bêne piştgirîkirin.
Hewce ye ku pisporên Kurd, ew pisporên ku aqilên wan ne ji kîsî sosyolêgên ecnebî, li ser vê têkiliya Kurd û Osmaniyan û dewama wan ku jêra dibêjin Dewleta Tirkan, bi rastî bînine ziman, û Tirk û Kurdan bi vê Tifaqa Dîrokî serwext bikin ku herkes babê xwe binase.

Pêşniyara min ê 77 salî eve ku; Hikûmeta Kurdistanê, Zankoyên Kurdistanê, akademîsyen û hemû alî û rêxistinên kulturî yên Başûr, hewil bidin ku vê fersendê nerevînin.
Em Kurdên Bakûr ji xebateke waha ra amade ne, û me akademisyenên ku li ser vê mijarê têra xwe lêkolîn kirine hen e.