Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

51 Hezar Qutabiyan li Parêzgeha Urmiyê desta ji xwandinê berdan

12:57 - 1 Gulan 2020

Berpirsê Perwerde û hînkirinê li Parêzgeha Urmiyê ragihand ku 51 Hezar Qutabiyên di temenê 6 heya 16 saliyê di sala derbasbûyî ya xwendinê de desta ji xwandinê berdan.

Birahîm Mihemedî berpirsê Perwerde û hînkirina Urmiyê got: sedema dest berdana wan Zarokan jî wedigere bo ser belengazî û destkurtiya malbatan.

Navbirî ragihand ku niha 606 Hezar û 830 kes ji Qutabî di 5 hezar Qutabxana de dixûnin, lê di rastî de pêregehîştina bi wan  gelek dijvare.

Ev ê`etirafa wî berpirsê rejîmê li parêzgeha Urmiyê di demekê deye ku bi milyonan Zarokên Îran û Rojhilatê Kurdistan bi çendîn hegera dest ji xwandinê berdidin weke: Belengajî û destengiya malbatan, nebûna Qutabxanan, nebûna Mamostayan, givaşa li ser Zarokan bo evê ku Dirav bidne Qutabxanan bona dibîn kirina hewcehiyên Qutabxanan, bo nimûne dabinkirina sixteniya germ kirina qutabxanan di werzê zistanê de, zêde bûna nirxa hewcehiyên xwandinê weke qelemî Defter, Kîf, cilûberg û yên dinê, bê hivî bûna qutabî û malbatên wan ji piştî tewaw kirina xwandinê û bêkar mana wan, hemî ew hegeranene ku Qutabî dest ji xwandinê berdidin.