Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

52 gundên “Dilfan” ê pirsgirêka rê hene

13:46 - 25 Nîsan 2021

“Nûredîn Derminan” fermandarê bajarê “Dilfan”ê gotiye, 52 gundên bajarê Dilfanê ku her gundek pitir li 20 malbatan li xwe digre, rêya baş û bikêrhatî bo hatûçûnê nînin.

Karbidestên rejîmê sala derbasbûyî îtiraf kiribûn ku, pitir li 360 kîlometir li rêyên gundan ên bajarê “Dilfan”ê xakî ye û qîr nekirine.

Bi sedema nebûna rêya bi wec, xelkê wan gundan tûşî pirsgirêkan bûne û piraniya xelkê bi sedema destpêranegiheştin bo xizmetkariyan neçar in bo bajarên din koçber bibin.

Bi nav nûnerê “Dilfan”ê “Yehya Îbrahîmî” gotiye, biryar bû bo dabînkirina xizmetguzariyên gundên “Dilfan”ê bûdceyeke taybet bê terxankirin, lê 200 milyard Tumen ji wê bûdceyê hatiye xwerin.

Herwisa “Îbrahîmî” got, tevî nebûna rêya hatûçûnê, piraniya pirên wê deverê xirab bûne û ti hewlek bo nûjenkirina wan piran nedane ku bi salan e bûne sedema xisarên canî û malî.