Pêka amarên fermî yên rejîma Îranê %57 qasa paşkevtkirina Bendavên Îranê vala ne û ava ku ririje nava wan de, gorî sala par, %47 kêmtir e.
Pêka amarên fermî yên şirketa “Birêveberiya Ava Îranê”, ji destpêka sala îsal ve heta dawiya meha Gelawîjê, qasê ava herîkî bo nava Bendavên Îranê 28 milyard û 610 milyon metra 3cî bûye û ew di halekê de ye ku sala derbasbûyî ava herikî bo nava wan Bendavan 54 milyard û 240 milyon metra 3cî bû.
Pêka wê amarê ava herîkî ya îsal bo nava Bendavên Îranê %47 kêmtir ji sala derbsbûyî ye.
Paşkevta avê li Bendavên Îranê de heta dawiya meha Gelawêja Îsal, 21 milyard û 530 milyon metra 3cî bûye lê sala derbasbûyî, qasê ava paşkevtkirî ya wan Bendavan 30 milyard û 840 milyon metra 3cî bû.
Pêka wê amarê paşkevtkirina ava Bendavan pêka sala par %30 kêmtir bûye.
Bi wî awayî tenê %43 Av di Bendavên Îranê de hatiye paşkevtkirin û %57 a van vala ye.