Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

6 Kolberên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatne kuştin û birîndar kirin

12:55 - 8 Hezîran 2020

Roja Şemiyê 6 ê Hezîrana 2020 an, Kasibkarekî Kurd bi navê Ferhad Keçanlu temen 26 salî û xelkê gundê “Şêx esker” girêdayî bi çaldiranê, kevte ber desrêja gullên hêzên çekdare Îranê û di encamê de, canê xwe ji dest da.

Hêzên Îranê bi bê agehdar kirin, gulle berdane ser wî Kasibkarê Kurd ku di encamê de bi giranê birîndar bûye , lê piştî demjimêrekê, canê xwe ji dest daye.

Roja Yêkşemiyê , 7 ê Hezîranê,komek Kolberên Kurd, di cihekê bi navê Kanî Dînarana Serdeştê, kevte ber desrêjiya raste raste Gullên hêzên Îranê ku di encamê de , 4 Kasibkarên Kurd bi navên Hawbîr Îbrahîmî, Osman Salihî, Erselan Ebdullahî û Îbrahîm Resûlî, birîndar bûn.

Ev 4 Kolberên birîndar bona tedawiyê bo nexweşxana Serdeşê hatne veguhastin.

Herwisa Roja Şemiyê Kolberekî Kurd bi navê Omer Meslehetî xelkê Serdeşê bi teqa hêzên Îranê canê xwe ji dest da, û 2 Kolberên dinê bi navên Omîd Kuştar û Ebdurehman Şayêqî xelkê gundê Mîrava ya serdeştê birînda bûn.