Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

7 gerîlayên PKK ji aliyê pêşmergên Hizba Demokrat ve hatin serbest berdan

14:06 - 27 Gulan 2015

Kurdistan Media: 7 gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di deverên sînorî ên jêr kontirola Hizba Demokrata Kurdistana Îranê li Kêleşînê de hatin serbest berdan.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, yek ji hêzên pêşmergên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê yên cihgir li devera Kêleşînê de, 7 gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê ji deverên bin kontirola xwe de azad kirin.

Fermandeyekî hêza pêşmergên Hizba Demokrat bi nûçegihaniya “Kurdistan Media” re ragehand: Ew 7 gerîlayên PKKê çekdar bûn û me her 7 jî bi çekên xwe ve serbest berdan.

Hêzên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, piştî êrîşa yekalî ya gerîlayên PKKê di devera Kêleşînê de, ji bo berevanî kirin ji xwe, li haletê amadebaşiya tewaw de ne.

Fermanderê giştî yê hêzên pêşmergên Hizba Demokrata Îranê tevî îşare kirin bi berdewam bûn û venekişîna ji sînorên Kurdistanê, bi “Kurdistan Media”re ragehand: “Beşekî zor ji deverên sînorî ên Şino û Pîranşarê li jêr kontirola tewaw ya hêzên me de ye”.

Di êrîşa hêzên Partiya Karkerên Kurdstanê de bo ser pêşmergên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê di 24 gulana 2015`an de, mixabin pêşmergeyekî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê şehîd ket û 3 yên din jî birîndar bûn.

Êrîşa gerîlayên PKK bo ser pêşmergên Demokrat, ji aliyê hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê û xelkê Kurdistanê ve bi şerê birakûjî hate hesibandin û bi tundî hat şermzar kirin.

Xelkê Kurdistanê bi hemû pêkhat û aliyan ve, daxwza sekinandina bilez ya van alozî û dubendiyan bûn ku ji aliyê gerîlayên PKK ve li devera Kêleşînê de derketine holê.

Piştî êrîşa hêzên PKKê bo ser pêşmergên Rojhilatê di devera Kêleşînê de, hewla aramkirina rewşê hat dayîn û piştî navbeynkariya çendîn alî û dezgehên hikûmetî yên Herêma Kurdistanê, her du aliyên Hizba Demokrat û PKK amadegiya xwe jib o verewandin û çareserkirina vê pirsê di bin sîvana Parlementoya Kurdistanê de nîşan dan.

Li gor medya û ragihandinên başûra Kurdistanê, şandeye diyaogê ya Hizba Demokratê li Parlemana Kurdistanê de amade bûye, lê şanda Partiya Karkerên Kurdistanê li cih û dema diyarîkirî de amade nebû.