Mamostayê aborî yê zanîngeha rejîma Îranê “Murad Rahdarî” gotiye ku %70 a xelkê Îranê di bin hêla hejariyê de ne û divê bi lezgînî pirsgirêkan çareser bikin.
Mamostayê aborî yê zanîngeha rejîma Îranê “Murad Rahdarî” tevî îşarekirin bi wê yê yekê ku şer û pevçûn bi qazanca welatan nîne got: “Divê Bi lezgînî pirsgirêka dorpêçan bi dawî bînin û xwe bigihînin bi welatên cîhanê û heta eger ji îro ve dorpêç bêne hilveşandin û pirsgirêkên me çareser jî bibin, 20 heta 30 sal dem hewce ye ku bikarin ji hejariyê rizgar bibin.
Herwisa navbirî gotiye: “Dahat an hêla hejariyê bo malbatek 4 kesî ya herî kêm 12 milyon Tumen e û dema berewird bikin tê dîtin ku %70 a xelkê Îranê di bin hêla hejariyê de dijîn û ew rewşek xirab e.
Dahata Îranê bi sedema bûdceya leşkerî û şerxwaziyên rejîma Îranê û afirandina fitneyan û herwisa alîkarîdan bo girûpên terorîstî li derveyî Îranê xerc dibe û xelkê Îranê roj bi roj hejartir dibe û beşek ji xelkê hejar bo peydakirina pariyek nan di nav zibildanan de li pey xwarinê digerin an endamên laşê xwe difroşin an rû bi kiryarên kirêt ên komelayetî yên wek dizî û laşfiroşiyê tînin.