
Kurdistanmrdia: Bi sedema nebûna cih û bûdce, %70 Şivrayên parêzgeha Hemedanê hatine daxistin, û eve jî nerazîbûna şivrayan li pey xwe hebûye.
Endamê Şivraya Bilind a parêzgeha, Hemîd badamçî daye zanîn ku, Sertaserê Îranê rastî pirsgirêkên nûneran hatine û %70 ji şivrayên bajaran bi hegera tinebûna cih û bûdcê hatine daxistinê.
Herwisa Badamçî daye zanîn, bûdca welat bi başî, nehatiye bikaranîn û ev jî bûye sedema nerûnî ya dan û wergirtina pere ye.
Rewşa aloz a aboriya Îranê bûye sedem ku rejîm bo saziyên xwe jî rastî bê peryî hatiye, û nerûniya aboriya Îranê di astekê de ye ku, ti kes dahata welat nizane, û neşarezayiya berpirsên aboriya Îranê û gendelî û dizîkirin li perên xelkê Îranê, di astek de ye ku, heya nûnerkî meclisa Îranê ragihandibû ku, me hewcehî bi aborînasan heye, da ku bo me rûn be çi bi serê pereyên xelkê tê.