Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

%74 a xelkê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê di bin hêla hejariyê de dijîn

12:37 - 25 Nîsan 2020

Nûnereke rejîma Îranê daye xuya ku, nêzî %74 a xelkê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê di bin hêla hejariyê de dijîn.

Roja Înê, 24`ê Nîsanê, bi nav nûnerê Zahidan û endamê Komîsiyona Avedanî a meclîsa rejîma Îranê, “Elîm Yar Mihemedî” di hevpeyvînek digel nûçegiyaniya “Îlna” a girêdayê Rejîma Îranê bas kiriye, ku piraniya xelkê xwedî kar di parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de, heqdesta rojane werdigirin û neçarin tevî hebûna metirsiya Koronayê, li ser karê xwe berdewam bin.

Herwisa wî bi nav nûnerê rejîmê got: “Bi berçavgirtina wê yekê ku xelkê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi qasî %74 di bin hêla hejariya xwarinê de ne û karekî hertimî tinînin, pirana wan bi awayê rojane kar dikin û rojmiz in û li ser wê bingehê di dema belavbûna vîrûsa Koronayê de, ew dest ji karê xwe bernadin”.

Yekek ji hegerên hejariya dijwar a parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ku 3 li ser 4 a xelkê wê parêzgehê li xwe digire ewe ku geşeya binyata aborî û afirandina karê hertimî di wê parêzgehê de tinebûye û bi wê sedemê ye ku xelk neçar in rû li bajarên din ên Îranê bikin.

Tinebûna ava saxlem, lehî, pisrgirêkên perwede û hînkariyê, hejarî û çendîn pirsgirêkên din û tevî hatina vîrûsa Koronayê, jiyana xelkê wê parêzgehê çend hember dijwartir kiriye.