Roja 2yê Rêbendanê Demjimêr 2yê paşnîvro, Bi hilkevta 74emîn Salvegera Damezrandina Komara Kurdistanê panêlek ji aliyê 2 Partiyên Kurdî li Bakura Kurdistanê Partîya Sosyalîst a Kurdistan “PSK”, û Partîya Azadîya Kurdistanê “KAK” li Bajarê Amedê, hate li dar xistin.
Ev kesên ku di wê Merasimê de axivin pêkhatîne ji:
Mesut Tek(Serokê Giştî yê PSKyê)
Vahid Aba (Endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya PAKê)
Seîd Veroj(Lêkolîner, Nivîsikar)
Tahsîn Sever(Lêkolîner, Nivîsikar)
Herwisa bi hilkevta 74 emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê bername ji aliyê PSKê û PAK ê we hatiye danan ku roja 6ê Rêbendanê merasimek li Bajarê Batmanê bête lidar xistin.
Pêka agehdariya ku hatiye belavkirin, di wê merasimê dejî Kerem Serhedî bi wê hilkevtê biaxive.