Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

75 hiktar ji zozanên çiyayê Caqil di agir de şewitîn

15:33 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Bi sedema agir berbûna çiyayê Caqil hilkevtî li bakûrê bajarê Seqizê, 57 hiktar ji darstan û zozanên Kurdistanê şewitîn.

Li gor rapora Kurdistanmedia, çiyayê Caqil li bajarê Seqizê ji aliyê başûr ve agir berbûyê û bi wî sedemî 75 hiktar ji zozan û daristanê ew çiyaye di nav agir de şewitîn.

Çavkaniyekî hayîdar bi Kurdistanmedia ragehand: Ew agira bi hewl û mandîbûna hemwelatiyên Seqizê û çalakvanên jîngehparêziyê piştî 5 demijmêran hat konterolkirin.

Di destpêka îsal ve heta niha 3 haletên agirberbûnê di gundên derdora bajarê Seqizê qewimîne û bi wî sedemî 37 hiktar ji daristan û zozan hatine şewitandin.

Sala borî 7 haletên agir berbûnê li bajarê seqizê rû da ku bû sedema ji navçûna pitir ji 150 hiktar ji daristanên wî bajarî.

Rejîma Îslamî a Îranê ji riyên cur ba cur weke pêşîgirtin ji vemirandina agiran ji aliyê hemwelatiyan ve, agir berdana çiya û daristanan ji riya dest û pêwendiyên xwe ve û xemsariya hêzên hawardeçûn ji bo vemirndina agir, hewla ji navbirina jîngeha Kurdistanê dide.