
Kurdistanmedia: Berpirsê havahengî ya karûbarên werzişa parêzgeha rejîma Îranê, bas ji hebûna 8 hezar pirojeyên temamnekirî yên werzişê di Îranê de kir.
“Îrec Rehmanî” berpirsê Havahengî yê karûbarên werzişî yê parêzgehên rejîma Îranê, di gotûbêjekê de digel nûçegihaniya “ISNA”yê serbarê vê ku îşare bi hebûna zêdetir ji 8 hezar pirojeyên nîvcomayî yên werzişî li parêzgeha Îranê de, bas ji wê yekê kir: Ku bo temamkirina wan pirojane, pereke zêdetir ji 25 hezar milyard Tûmenî hewce ye.
“Rehmanî” di qisên xwe de bas ji pirojeya netemamkirî ya melevangeha “Azadî a Esedabad”ê kir, ku 22 sal e dest pê kiriye, û heya niha jî karên wê temam nebûye, ev pirojeya di heyamê 22 salên derbazbûyî de, tenê 67 ji sedê karên wê bi rê ve çûye.
“Kerîm Hemîdwend” Fermandarê Esedabadê ragehand: ku 8 pirojê avedaniyê yên nîvcomayî di vî bajarî de hene, ku bo temamkirina wan 10 milyard Tûmen pere hewce ye.
Her di wê pêwendiyê de, pirojeya werzişgeha 22-ê Gulana Sine, di rêza wê pirojeyê de ye ku zêdetir ji yek dehik e ku heya niha karên wê dawî pê nehatine.
Sala 1384-an, pirojeya stadyoma 6 hezar kesî a 22-ê Gulana Sine, dest bi kar bû û piştî derbazbûna 13 salan heya niha jî ew pirojeya tewawnekirî ye, û çarenivîsa wê pirojeyê hêj nediyar e.
Ew pirojeya di çaxê destpêkirina karên xwe di gel kêmiya bûdce û hewcehiyê berbirû bibû, û bûdceya destnîşankirî ji bo temamkirina wê pirojeyê di wê rêjeyê de nebûye, ku ew piroje bigehîje qonaxa dawiyê.
Berpirsê rejîma Îranê ji bo tejîkirina berîkên xwe, pirojeyan bi giştî û pirojeyên werzişî bi xasmanî piştguh dixin û ew pirojane herwisa bi netemamî dihêlin.