Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

8 Koçberên Rojhilatê Kurdistanê li Sûriyê de rastî pirskirêkan hatine

12:03 - 15 Îlon 2021

8 kes ji koçberên xelkê herêma Hewramanata Rojhilatê Kurdistanê, ku dixwastin xwe bigehînine Ewropa, li Turkiyê de hatne binçavkirin, û piştîre jî radestî milîşiyayên Sûriyê li bajarê Helebê hatne kirin.

Ew 8 penaberên xelkê Rojhilatê Kurdistanê, ji Başûrê Kurdistanê ve derbasî nava Turkiyê bibûn daku livê re jî xwe bigehînine Ewropa.

Gorî faîlekî dengî ji yek ji wan penaberan, dema ku ji aliyê polîsê Turkiyê ve hatinî destbiserkirin, wan li ser daxwaza qaçaxçiyê xwe, xwe wekî xelkê Sûriyê dane nasandin, her lewra, Turkiyê ew 8 penaberane radestî Sûriyê kirine.

Ew 8 koçberên Kurd yên xelkê nawça Hewramana Rojhilatê Kurdistanê, digel 75 koçberên dinê ye xelkê Başûrê Kurdistanê, roja 22 yê Tebaxê li Turkiyê hatine binçavkirin, û heya niha qedera wan nerone.

Navê wan 8 penaberane ewin

Demawend Paksirûşt

Mubîn Welidbeygî

Efşar Rostemî

Behmen Şadrewan

Mesûd Heyderî

Se`îd Ehmedî

Ferdîn Derwêşpûr

Hidayet Rexzadî