Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

8 rêxistinên Kudistanî, şerê birakujî yê şermezar kirin

20:27 - 3 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Heşt rêxistinên Kurdî ên her çar parçên Kurdistanê, di daxuyaniyeke hevpar de, şerê birakujiyê şermezar kirin.

Deqa vê daxuyaniyê bi vî awaî ye:

Kurdistaniyên hêja

Her wek hûn tev aliyek haydar in, Kurdistan di rewşek hestiyar re derbas dibe û dujminên me ji bona nehiştina nimûneya desthilatdariya Başûr û destkevtên Bakûr û rojava ku bi xwîna hezaran ciwanên vî gelê belengaz bidest hatine, xemsariyê nakin û ji bo bêdengkirina deng û agirê serhildan û şoreşa Rojhilatê, dest bo her pîlanekê dibin. Di demekê de ku gelê kurd hewcehî bi yekîtî û hevgirtinê heye me çavnihêriya lidar xistina Kongireya Neteweyî dikir, li Kêleşîn a sînorê Kurdistana Rojhilatê û Xinêre ya Başûra Kurdistanê, mixabin pevçûnek I navbera gerîlayên KK û pêşmergên PDKÎ de serî hil dide.

Pêşmergên PDKÎ ku bi armanca çûna bo hundurê Kurdistanê û mana xwe li Kêleşînê ku bi salan êvirgeh û stargeha xortên demokrat bûye, cihgîr dibin.

Lê ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatibûn dorpêç kirin û piştî du hefteyan cehd û tekoşîn û pêwendiyên pêşmergeyan û Deftera Siyasî a wê partiyê ku şer dernekewe hole, mixabin bêencam ma di roja 24ê gulana 2015an de, PKK êrîş bire ser pêşmergên PDKÎû pêşmergeyek şehîd û çend ên din jî birîndar bûn.

Em xem û keserên xwe ji şehîd û birîndarbûna pêşmergeyê PDKÎ tînin ziman û jib o pêşgirtin ji şer û pevçûnên navbera hêzên siyasî û herweha pêşgirtin ji şerê birakujî, ku tenê dujmin û neyarên kurdan jê bimifah dibin, em daxwaz dikin ku:

1: Bila pirsgirêka han ji riya diyalog û guftigoyê ve were çareser kirin û tu hêzekê mafê destbirina bo çekê nebe.
2: Kurdistan mala me hemûyan e û bi liberçav girtina taybetmendiyên rewşa Kurdan li her beşekê de, mafê tu hêzekê nine ku deverekê pawan û qorix bike û rê ji hêzên din bigre. Mafê hêzên Kurdistana Rojhilatê ye ku ji sînorên Rojhilata Kurdistanê ji bo kar û barên xwe mifahê bistînin.

3: Piştgiriya Lêjneyekê bi serpereştiya Parlemana Kurdistanê û nûnerên Feraksyonên Parlementoya Herêmê bo lêkolîna ji çawaniya qewmîna bûyerê û encamên teqeya hêzên PKK ji pêşmergên PDKÎ dikin û û em daxwaza şermezarkirina aliyê tawanbar dikin û dibe hemû aliyek biryarên Parlemantoyê birêve bibin. Ji van pêgavên ku bi armanca dubare nekirina kiryarên weha kirêt û bi zirar ku derbê ji xebata gelê kurd bo rizgariyê didin, em piştgiriya xwe tînin ziman.
03. 06. 2015`an

-Partiya Demokrat a Kurdistanê
-Partiya Azadiya Kurdistanê
-Tevgera Goran
-Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê
-Komeleya Şoreşgir ên zehmetkêşên Kurdistanê
-Tevgera Demokratîk a Kurdistanê
-Partiya Sosyalîst a Kurdistana Bakûr
-Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê