Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

%80 a xelkê Îranê şiyana xercê çareseriya pizîşkî nînin

12:36 - 1 Îlon 2020

Cihgirê Giştî yê Wezareta Tendirustî, Derman û Hînkirina Pizîşkî yê rejîma Îranê, Îrec Herîrçî, ragihandiye ku “bi tenê 3 heya %4 a xelkê Îranê şiyana dabînkirina xercê çareseriya nexweşiyan di beşa taybet de hene û %80 a xelkê nikarîn xercê dermanan dabîn bikin.

Eve jî di halekê deye ku, rejîma Îranê piraniya xercên dermanan bi taybet xercê çareseriya nexweşiya Koronayê xistiye stuyê xelkê.

Pêka saziya “Nizam Pizîşkî” a rejîma Îranê jî, %62 a çareseriya pizîşkî di Îranê de ji aliyê beşa taybet ve tê kirin ku beşa giştî û xizmekariyên detpêkî li xwe digire û xercekî zêde heye û bi tenê 3 heya %4 a xelkê dikarin xercê wan çareseriyên pizîşkiyê dabîn bikin.

Rejîma Îranê tevî ku ti alîkariyekî bona çareseriya pizîşkiyê bo xelkê nake, wan nexweşan radestî beşa taybet dike, û di wê rewşa Koronayê de, xelk ku şiyana dabînkirina xercê jiyanê tinînin, nikarin di beşa teybet de çareseriyê bo nexweşên xwe bikin.