Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

%80 daristan û çirîngehên Îranê ji nav çûne

13:12 - 18 Çirriya pêşîn 2020

Karnasekî jîngehî ragihandiye, ku di heyma 40 salên derbasbûyî de %80 ji daristan û çerîngehen Îranê ji nav çûne.

“Mihemedriza Mehbûbfer”, Karnasê Jîngehî ragihandiye, ku %80 ji daristan û çirîngehên Îranê di heyama 40 salên derbasbûyî ji nav çûne, ew jinavçûne di heyama 30 salên derbasbûyî de rû daye.

Herwisa navbirî gotiye: “Salane 12 hizar hiktar ji daristanên Îranê ji nev diçin, parek ji jîngehê bi awayê agirberdan û parek ji bi awayê birîna daristanan ji nav diçin, çimkî darên welat bo derveyê ewlat tê şandin”.

Wî Karnasê Jîngehî tekezî kiriye: “Ti kes digel qaçaxçiyên daran rû bi rû nabe û axa bi wec a daristanên welat jî bi nirxeke kêm difiroşin”.

Navbirî gotiye, jinavbirina daristanan dibe sebeba gemarbûna hewa û firotina axa bi wec a daristanan jî bûye sedema jinavçûna êkosîstem, jîngeh û ajelên wê jîngehê.

Parek berçav a daristan û çirîngehên kurdistanê bi fermana xwedê karbidestên rejîmê bi awayên cuda tê jinavbirin, bi taybet salane pareke zêde ji daristan û jîngeha kurdistanê di nav agir de dibe xwelî.