
Parêzgeha Urmiyê ku navenda berhemanîna sêvan li Rojhilatê Kurdistanê de ye, 80 hezar ton sêv di sarxaneyên wî parêzgehê de rizî bûne.
Parêzgeha Urmiyê 6 heta %7 berhemên werzêrî bi taybet sêvan li Îranê de berhem tîne, li sala 1399an de milyonek û 250 hezar Ton sêv di wê parêzgehê de hatiye berhemanîn û pêka sala 1398an, 300 Ton zêde bûye lê her salê bi sedema wê yekê ku nikarin bo derve hinarde bikin di sarxaneyan de dimînin û dirizin û bo werzêran dibine xisar.
Dabînkirina hewcehiyên jiyana xelkê Rojhilatê kurdistanê bi piranî girêdayê firotina berhemên werzêriyê ye û bo berhemanîna berhemên xwe werzêr nirxeke zêde didin lê, çendîn sal e ku berhemên wan bi cihê qazanc û dahat bo wan, bûnee xisarên giran.
Rejîma Îranê bi bilindkirina nirxa hewcehiyên berhemanînê ji aliyek û nekirîna berheman ji werzêran ji aliyê din ve, werzê rastî şikestê kirine, kirîn û firotina wan berheman bi destê delalên bazaran de ye û heta firotina wan berheman bo derveyî welat bi piranî ji aliyê delalan ve têne kirinku ti rolek li berhemanîne de tinebûne lê qazanca herî zêde bo wan delalan e û delal berhemên werzêran bi nirxa herî kêm ji wan dikirin û xelk ji bi nirxa herî bilind wan berheman ji delalan dikirin.