Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

806 qutabiyan di bajarê Mihabadê bi sedema bê îmkanatiyê dev ji xwandinê berdane

17:00 - 27 Kanûna pêşîn 2021

Bajarê “Mihabad”ê di îsal de zêdetirîn amara devberdana ji derisxwandinê hebûye, û piraniya wan qutabiyan jî ku dev ji xwandinê berdane, kur bûne, tenê di pola yazdê de rêjeya keçan ji kuran zêdetir bûye.

Pêka gotina berpirsê îdareya Perwerde û Hînkariya bajarê “Mihabad”ê di qonaxa destpêkî de û li serhev di 3ê qonaxên xwandina îsal de, 806 qutabiyan di wî bajarî de desa ji xwendinê kêşane, ku rêjeya wê amarê di gundan de gorekî bajaran kêmtire.

Pêka amarên berdest, di qonaxa xwandina destpêkiya îsal de 23 derisxwan di asta yekem a diwanavendî 43 derisxwan di asta duyem a diwanavendî û 740 derisxwan di wî bajarî de dev ji xwandinê berdan.

Di pola neh de 38 derisxwanên keç û 160 derisxwanên kur, di pola deh de 121 derisxwan keç û 152 derisxwanên kur û herwisa di pola yazdehem de 148 derisxwanên keç û 121 derisxwanên kur dev ji xwandinê berdane.

Herwisa di qonaxa yekem a diwanavendî 12 derisxwanên keç û 31 dersxwanên kur û di qonaxa destpêkiyê de 12 keç û 11 kur dev ji xwandinê berdane.

Pêka gotina berpirsê îdareya Perwerde û Hînkariya bajarê “Mihabad”ê zêdetirîn amara devberdan ji xwandinê taybete bi deverên derdora bajar ku ji gelek îmkanatan bêparin.

Nebûna îmkanatan û destpêrenegehiştina piraniya derisxwanan  bi emkanatên taybet bi perwerdekirinê wekî, mobayîl û teblêtan û herwisa koç kirin û karkirina piraniya derisxwanan tevî malbatên xwe, bûye sedema vê yekê ku piraniya derisxwanan di wî bajarî de dev ji xwandinê berdin.