Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

%90 a kedkarên Îranê yaraneya mehane wernegirtine

12:26 - 8 Şibat 2020

Di rewşa aboriya niha û di enfilasiyona bi qasî %40 a aboriya Îranê, %90 a Kedkarên Îranê yaraneya mehane wernagirin.

Pêka sozên rejîma Îranê ku diba heqdest û xercê bi alîkariyên din bihatiba qerebûkirin, bi bilindbûna asta enfilasiyonê bi qasî %40 a aboriya Îranê, di demekê de ku alîkariyên xwardemeniyan an jî kopînên tiştan di hefteyên dawiya salê de têne parvekirin, lê malbatên kedkaran di wê dema hewce de, hêj ti alîkariyek wernegirtine.

Alikariya rejîmê bo qatên hejar ku soza wê ji aliyê rejîmê ve hatibû dan, bi serastî nehatiye parvekirin û ti basek ji wan alikariyan nîne.

Berpirsê Komîteya Heqdestan a Şêwreya Bilind a Kar, Feramerz Tofîqî, bas dike ku, kedkar di dema têkelkirina yaraneya benzînê û yaraneya nexdî de her yek kes bi qasî 72 hezar tumenan werdigrin û kedkaran hêj ew alîkarî wernegirtine, di halekê de ku dema wergirtina wan alîkariyan niha dibe bê parvekirin, ku rewşa xirab ya aboriyê, pirsgirêkên kedkaran çend qat zêde kiriye.

Herwisa li ser wê mijarê, Endamê Hey`eta Birêvebirina Sendîkayan yên Kedkarên Îranê, Hadî Sadatî, bas kiriye ku, berê jî ew alîkarî di hin bajarên mezin de hatibûne parvekirin, û di wan mehên dawiyê de, çendîn rapor ji wernegirtina yaraneyan hene û piraniya kesan ew alîkarî wernegirtine.

Pêka biryara rejîma Îranê, 60 milyon kesan dibe wê alîkariyê wergirin, lê Wezîrê Xoşbijîviyê ê rejîmê daye zanîn, ku nêzî 25 milyon kesan, ew alîkarî wergirtine.