Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

%90 ji kedkaran di Îranê de bîme nekirîne

17:54 - 29 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Yek ji endamên komsyona civakê yê di meclisa rejîmê de daye eşkerekirin ku, %90 ji kedkar di Îranê bê bîmen e, û herwisa bi awayê girêbestî jî kar dikin.

Ebdulriza Ezîzî, endamê komsyona civakê yê di meclisa rejîmê de, di gotûbêja digel nûçegihaniya girêdayî rejîmê ya “ILNA”yê de gotiye ku: %9o ji kedkaran di Îranê de bi awayê girêbestî hatine wergirtin û bê bîme ne jî.

Ezîzî îşare bi vê kiriye ku rejîmê hêza baştirkirina rewşa kar û pêşkêşkirina gelaleyê  bo dawî anîna bi girêbestên demkî nîne, û got jî, heya ku ev girêbestên demkî di welat de mabin, û xwedîkar, bi başî mafê bîma kedkaran nadin, û bîmenekirina kedkaran wê berdewam bike.

Bîmenebûna kedkaran û hebûna girêbestên demkî di demekê de ne ku, rejîm di heyama sala borî de, çend caran ragehandiye ku,  ji riya yasayî ve wê girêbesêtên demkî bide qedexekirin, û nebûna bîme û hebûna girêbestên demkî bo kedkaran girîntirin, û herwisa sedemên nerazîbûnên kedkarên Îranê ne.

Kedkaran di bajarên cuda yên Îranê de, bi sedema nerazîbûn ji rewşa xirab a jiyana kedkariya xwe,heqdestê pare mayî, hedestê bîmê yê pare mayî, û herwisa girêbestên  demkî, bi awayê berdewam nerazîbûna xwe nîşan dane, mînakên herî berçav, yên kedkarên nerazî, yên kedkarên karxaneya Heftetepe û Pola Ehwazê, ku derheq daxwazkariyên rewa yên xwe  pêdagîrî dikin û heya niha jî bi tu awayî paşekêşî ji daxwaziyên xwe nekirine.