Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

%95 ji Ava Gola Urmiyê hişk bûye

17:58 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2022

Birêveberê giştî yê kirizan li Parêzgeha Urmiyê, “Emîrebas Ceiferî” gotiye: “%95 Ava gola Urmiyê hişk bûye”.

Birêveberê giştî yê kirizan li Parêzgeha Urmiyê, “Emîrebas Ceiferî” hişkbûna gola Urmiyê xistiyê stuyê hişkesalî, bûn bi hilma avê, geşeya werzêrî û mifahvergirtina şaş ji Avê, lê gotina wî di halekê de ye ku ekolojîst û pisporê jîngehê, “Nasir Keremî” di hevpeyîna digel Nûçegihaniya “Iran Wire” de gotiye: %85 sebebkariya hişikbûna gola Urmiyê dikeve ustiyê hikûmetê.

Rejîma Îranê bi bernameyên nezanistî û çewt, bi lêdana pira Kelanterî li navbera gola Urmiyê, lêdana bendavan û bê hebûna ti zanistekê, sedema bingehîn a hişkbûna gola Urmiyê ne.

Para herî zêde ya vê golê êdî bi ti awayekî nayê zindîkirin û bi sedema rabûna Ba, belavbûna toza xwê di vê golê de dest pê kirine.

Devera gola Urmiyê pêka belgeyên zanistî, ji 7 hezar salan berî niha ve cihê şaristaniyet û jiyana mirovan bûye, lê hekî ji hişkbûna yekcarî jî neyê rizgarkirin, dê bibe deverek şoreket û cihê bagerên xwê ku di berdewamiya vê rewşê de jiyan û werzêrî dê radiweste û xelk neçar bimînin ber bi cihên din ve herin.