Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

95% kartonxew di Îranê de bengî ne

13:26 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2021

Ji aliyekê Kartonxewî û bê mal û halî ji aliyek din ve tûşbûn bi madên hişber bûye sedem ku gelek kes ji jiyana sereke ya xwe pare bimînin.

Pêka amaran ji 95% kartonxew di Îranê de bengî ne û niha ev amare ber bi bilindbûnê ve diçe û rêjeya jinên kartonxew jî zêde bûye û temenê kartonxewî jî niha bûye 12 salî.

Kartonxewî yek ji sereketirîn sedema tûşbûn bi madên hişber e.

Pêka amaran parek zêde ji wan bê mal û hal û bengiyane xwedî bawernamên xwandina bilind in, pêka amra “Sitada Lihemberderketin li dijî Madên Hişber” 2.1% dersxwan in û 4.7% xwendevan in û 22% kedkar in û 0.6% jî jin in ku bi sedema bêkarî û hejarî û siyasetên dijemirovî ên rejîma Îranê tûşî wê belaya malwêranker bûne.

Pêka amarên rejîma Îranê ji 4.5% heşîmeta Îranê ku dibe 2 miliyon û 800 hezar kes bi awayek fermî madên hişber bikar tînin û 1 miliyon û 600 hezar kes jî bi awayek veşartî madên hişber bikar tînin ku bigiştî dibe 4 miliyon û 400 hezar kes.

Temenê bikaranîna madên hişber pêka salên derbasbûyî 3 sal daketiye û berê di navber temenê 25 û 26 de bû niha bûye 22 û 23 salî.

Herwisa hatiye belavkirin ku di rojekê de 13 kes di Îranê de bi sedema bikaranîna madên hişber canê xwe ji dest didin.

Belavkirina madên hişber di Îranê de parek herî zêde bi awayek sîstematîk û ji aliyê xwedî rejîma Îranê ve tê kirin û bi sedema erzanbûna nirxa madên hişber li Îranê, tenê 7 xulek pêwîst e ku bengî madên hişber bi dest bînin.