
Kurdistanmedia: Roja derbasbûyî proseya hilbijartina şaredariyan li Tirkiyê birêve çû, li gor encamên ne fermî HDP`ê li çend şarederiyên mezin ên Bakurê Kurdistanê serkevtin bidest xistine, Ak Partî li Stenbolê û CHPê jî li Enqerê serkevtinên mezin bidest xistine.
Li gorî encamên destpêkî yên nefermî û piştî hejmaritina %99 ji encamên dengan, bi giştî rêjeya dengên partiyên di hilbijartinan de beşdarbûne bi vî awayî ne:
Li Stenbolê AKP`ê, li Enqerê CHP`ê, li pirraniya bajar û parêzgehên Bakura Kurdistanê HDP`ê, pirraniya dengan bi dest xistine.
AK Partî: %44.42
MHP: %7.25
CHP: %30.07
Iyi Partî: %7.46
HDP: %4.22
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 56 milyon û 911 hezar û 967 kesî, mafê dengdanê hebûn ku biçine ser sandiqan û deng bi serokên şaredariyan bidin.
Di van hilbijartinan de 30 serokên şaredariyên mezin, 81 bajar, 922 herêm, 386 bajarok bi giştî 8 hezar û 270 berbijêrên şaredariyan dê bên diyarî kirin.
Di vê hilbijartinê de 12 partiyên siyasî digel yektir bo bidestxistina postên serok şaredariyan rikeberiyê dikin.