Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Abdanan/ Bi sedema pêvedana dûpişkê nûciwanekî temen 15 salî canê xwe ji dest da

16:36 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Di bexşa Mûrmûrî a ser bi bajarê Abdananê a ser bi parêzgeha Îlamê, di encam pêvedana dûpişkê nûciwanekî temen 15 salî canê xwe ji dest da.

Malperên parêzgeha Îlamê bilavkirine, nûciwanekî temen 15 salî bi navê Armîn Mihemediyan xelkê Av Enar a ser bi bexşa bexşa Mûrmûrî a ser bi bajarê Abdananê a ser bi parêzgeha Îlamê, piştî pêvedana dûpişkê di dermanxana bajarê Îlamê de canê xwe ji dest da.

Yek ji pizîşkên wê nexweşxanê da zanîn û got: Jehra wê dûpişkê evqas bihêz bûye ku serbarê hewldanekî zaf me nekarî wî nûciwanî zirzgar bikin.

Zêdêbûna asta barînê û zor zêde kirina berfire a pûş û pelaşan û jehra candaran tirseke zêde ketiye deverê û bûyerên bi vî awayî di vê bexşa bajarê Abdananê de zaf kiriye.

Gundê Av Enar ji 60 kîlomêteiya Başûrê Abdananê hilkevtiye û 2500 kes nifûsa vî gundî ye.

Li gor amaran, di sala 1392’an a Rojî de, li parêzgeha Kirmanşanê 133 hemwelatî bi sedema pêvedana mar û dûpişk canê xwe ji dest dane.

Herwiha di sê mehên yekema sala 1393’an a Rojî de, 26 mêr û 7 jin bi sedema pêvedana mar û 11 mêr û 14 jin bi sedema pêvedana dûpişk, di Kirmanşanê de canê xwe ji dest dane.