Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aborînasekî rayedarên rejîma Îranê rexne kir

12:41 - 11 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Aborînaskî xelkê Îranê, ji rayedarên rejîma Îranê re got: Bicihê li xwekirina kincên kesk yên Spaha Pasdaran, zarokên xwe li welatên biyanî
gazî bikin.

Se`îd Îslamî Bîdgulî, aborînas û endamê heyeta zanistî a zanîngeha Elamê got: Başe ku berpirs bi cihê gefxwarin ji welatan, zarok û malbatên xwe yên di welatên biyanî de gazîbikin.

Bo mînak Serokê mecilse dikare destpêk be bo vê hereketê, nûnerên mecilsê, Şêvr, Wezîr û cihgêrên van, Parêzgar, Şaredar û cihigêrên bajarên mezin derfetê bidin da ku, malbatên xwe li welatên biyanî vegerînin, yan jî dev ji berpirsayetiyên xwe berdin.

Piştî ku “Donald Tramp” serkomarê Amerîkayê di daxuyanyeke femî de, Spaha Pasdaran a terorîst xiste nav rêzbend reş a terorê de, nûnerên mecilsa rejîmê jî bi xwekirina kincên vê saziya terorîstî piştevaniya xwe ji vê saziya terorîstî ragehandin.

 Ev kiryara Spaha Pasdarana terorîst di demekê de ye ku, ji laiyekî, çalakvananên medenî û jîngehparêzî yên Kurd bi sedemên ne bicî desteserdike û herwisa bo beşdarîkirina ciwanên Kurd di birêvebirina karûbarên welat de astengiyan çê dike, ji aliyekî din ve jî bo piştevanî û tebilîxa xwe bi zorê gotûbêjan gel hin serok Eşîr û xelkê derdora van encam didin û bi nivîsên wekî “Ez Pasdarim”  ku li destê van de ne, bi zorê kurte vîdyo li van girtine û di torên civakî de belav kiriye.