Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aboriya Îranê bi tewavî herifiye

12:07 - 6 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Rewşa xirab ya aboriya Îranê giheştiye astekê ku êdî berpirsên rejîmê jî, bê perde bas dikin.

Piştî evê ku rejîmê nirxa benzînê 3 hember bilind kir, ku bû cihê nerizayetî û serhildana xelkê Îranê, niha deshilatdarên rejîmê jî îtiraf bi vê yekê dikin ku bilinkirina nirxa benzînê bûye sebeb ku nirxa hemû hewcehiyên rojane yên destpêkî di bazaran de bilin bin.

Elî Esxer Yûsifnijad endamê heyeta serokatiya Meclisa rejîmê ragihand ku, nirxa bazarê hinde çûye serê ku êdî rejîmê şiyana kontirolkirinê bi ser de nema ye.

Wî berpirsê rejîmê got, bilindkirina nirxa benzînê bandor danaye ser hemû bazarê û jiyana xelkê û aboriya welat herifiye û êdî dewletê ne kontirol bi ser de maye û ne jî şiyana çareser kirinê heye.

Dorpêçên aborî yên Amerîkayê li dijî rejîma Îranê, û bi taybetî ku firotina nefta Îranê nêzîk bi tewavî hatiye rawestandin, herwisa dizî û gendeliya deshilatdaran û bê kifayetiya rejîmê, wisa kiriye ku aboriya welat bi tewavî biherife.

Rejîmê jî ku şiyana çareseriyê tineye, bona man û parastina deshilata xwe amadeye xwîna xelkê Îranê bimije.