
Kurdistanmedia: Sandiqa navneteweyî a pere texmînên xwe yên derheq bilindbûna aboriya Rojhilata Navîn û Aferîkaya Bakûr de bi awayekî berçav kêmkiriye ku yek ji sedemên serekî di pêdaçûna di hejmarên daketina aboriya Îranê ye.
Li gorî rapora nû a sandiqa navneteweyî ya pere ku roja Sêşemî 9`ê Nîsanê belavkiriye, di heyama sala 2019`an de, asta aboriya Îranê %6 ji wê dabikeve, bi wî away sala 2019`an şûnda û piştî sala 2012`an ku Îranê rastî daketina asta aboriyê hatiye û %7,7 ji daketin hebûye, ku wê bibe xirabtirîn sala aboriya Îranê .
Di demsala Payîza derbazbûyî Çiriya Paşîn de, sandiqa navneteweyî a pere texmîn lêdaye ku daketina aboriya Îranê nêzîkî %3.6 jî be û lê, berçavgirtina dorpêçên tund û kêmbûna asta firotina nefta Îranê bûye sedem ku karnasên sandiqa navneteweyî a pere di texmînên xwe de, pêdaçûnê bikin û lêdvanên xwe yên derheq daketina asta aboriya Îranê %3.6 bo %6 ji rabigihînin, û di sala 2018`an jî daketina asta aboriya Îranê di destpêkê de %1,5 ji hatibû texmîn kirin lê di encamê de gihîşte %3,9 ji.
Texmînên sandiqa navnetewey a pere derheq aboriya Erebistanê jî ev qas neguhertiye, lê, bi giştî dibêje ku devera Rojhilata Navîn û Aferîkaya Bakûr di sala 2019`an wê daketina asta aboriyê hebin,sedema serekî a wê jî lawazbûn û daketina asta aboriya Îranê ye, hêdîbûna mili`amleyên firotina neftê û herwisa şer û aloziyên li welatên wekî Yemen, Sûriye û Îraqê ne.