Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aboriya Îranê di bin tuntirîn givaşan de ye

13:13 - 12 Îlon 2020

Aboriya Îranê bi sedema tuntirîn givaşan de ye û berpirsên rejîma Îranê bi tenê silogana çareserkirina enflasiyon û kontrolkirina bazaran û dabînkirina hewcehiyên jiyana xelkê didin.

Roja Înê, 11ê Îlonê, Serokê Banka Navendî yê rejîma Îranê, “Ebdulnasir Himmetî” tevî îtirafkirin bi tuntirîn givaşan li ser aboriya Îranê û hebûna pirsgirêkên jiyana xelkê Îranê ragihand, ku min û hevkarên xwe biryar daye, enflasiyon û nirxa bazaran kontrol bikin û pereyê biyanî bona hewcehiyên xelkê dabîn bikin.

Wî perpirsê Îranê bi siloganekî wiha dixwaze çareseriya pirsgirêkan bike, lê tevî ku di kiryar de ti karek nekiriye û bi çewtekarî dixwaze şikesta rejîma Îranê bona dabînkirina hewcehiyên jiyana xelkê Îranê perdepoş bike.

Welatê Îranê ku li pileya 5 ya dahatê di cîhanê de bû niha nikare xelkê xwe xwedî bike û ew encama iflasa birêveberî, siyaset û aboriya Îranê ye.

Gotin û sozdanên wiha di halekê de ye, ku rejîma Îranê ti kontrolek li ser bilindbûna nirxan di Îranê de nîne û di rastiyê de kontrola aboriya Îranê li destê taciran an jî girûpên desthilatar yên rejîmê yên wekî Spaha Pasdaran a terorîst û beyta rehberî ya Îranê de ye, ku dahata Îranê bo birêvebirina siyasetên xwe xerc dikin.