Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aboriya Îranê pêka sê salên derbasbûyî biçûktir bûye

10:43 - 7 Kanûna Paşîn 2021

Banka Cîhanî di nûtirîn rapora xwe ya aborî de basa amara aboriya Îranê jî kiriye û aboriya Îranê pêka sê salên derbasbûyî biçûkrtir daye zanîn.

Di wê amarê de ku Banka Cîhanî belav kiriye aboriya sê salên derbasbûyî di Îranê de %16.5 biçûktir bûye û herwisa di wê raporê de hatiye gotin, geşeya aboriya Îranê îsal dê bibe nerênî %3.7 û di sala bê de jî dê bibe erênî %1.5.

Di wê raporê de hatiye ku hemû welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê bilî welatê Misir di sala derbasbûyî de digel geşeya nerênî ya aboriyê rû bi rû bûne ku Îran jî yek ji wan welatan bûye û sedema sereke jî, daketina nirxa neftê di cîhanê de û belavbûna vîrûsa Koronayê daye zanîn.