Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Adil El-cobeyr: Emê li hemberî Îranê de bisekinin

18:02 - 27 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Wezîrê Karê Derve yê Erebistanê siyasetên rejîma Îslamiya Îranê di herêmê de bi tundî rexne kirin.

Adil El-cobeyr Wezîrê Derve ê Erebistanê di civîna hizirgeha Şêvra Pêwendiyên Derve ê “New Yurk”ê de, ku beşeke wê taybet bû bi Îranê, siyasetên rejîma Îranê bi tundî rexne kirin, û ragehand: Rejîma Îslamiya Îranê tu karekî wê di cîhana Erebî de nîne, ji bilî vê ku vê herêmê bi cih bihêle.

Navbirî derheq xelkê Îranê ragehandiye: Bi sedema vegeriyana dorpêçên aborî zext li ser hevwelatiyên Îranê di warê aborî û siyasî de zêde dibe.

Adil El-cobeyr di doma axavtina xwe de îşare bi siyasetên têkderane ên rejîma Îranê kiriye, û gotiye: “Emê li hemberî rejîma Îranê de bisekinin…ev rejîma namîne”.

Herweha navbirî bas ji vê kiriye, ku rejîma Îslamiya Îranê destên wê gihîştiye milyardan Dolarî, lê di cihekî de wî nedîtiye ku ew pere danîbin bo avakirina nexweşxaneyekê yan jî şeqamekê, lê mûşekan dide Husiyên Yemenê û herweha pere xercê şerê Sûriyê dike.

El-cobeyr berê jî ragehandibû ku rejîma Îranê piştgiriya Hizbullahê dike, û di hinek herêmên Sûriyê de dest di qirkirina neteweyî de heye.

Her di vê civînê de Wezîrê derve ê Erebistanê ragehandibû: Rejîma Îranê heta bi bêy hebûna çeka navikî  metirsîdar e, hekî destê wê bigihîje çeka navikî, wê demê êdî her pêşiya wê nahê girtin. Herweha di domê de ragehandibû: Eva ku Îranê metirsîdar dike, refatrên wê ne, ne şiyanên wê.